Dinya

Qewmên Pîgmeyan ên di nav daristanên Afrîkayê da dijîn bi hezaran sal e jiyana xwe bi nêçîrvaniyê didomînin

Ahmet Emin Dönmez  | 03.08.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Qewmên Pîgmeyan ên di nav daristanên Afrîkayê da dijîn bi hezaran sal e jiyana xwe bi nêçîrvaniyê didomînin

Yaounde

Qewmên Pîgmeyan a ku di nav daristanan da dijîn û debara xwe jî bi nêçîrvanî û pincar û fêkî berhevkirinê didomînin naxwazin dev ji jiyana bav û kalên xwe berdin.

Merivên ji qewmê Pîgmeyan a ku mirovên herî kin ên li rûyê dinyayê tên hesibandin û li Afrîkaya Navîn û Afrîkaya Rojava di nav daristanên nêzî Okyanusa Atlasê da dijîn bi hezaran sal e jiyana xwe bi nêçîrvaniyê didomînin.

Bejna mirovên wê derê kêm zêde bi qasî 120 cantîmî ye û Ewropayiyan jî di şûna "cûce" da ji bo wan peyva "pîgme" ya ku di zimanê Yewnanî da derbas dibe, gotine.

Wisa tê texmînkirin ku niha li rûyê dinyê bi qasî 120 hezar pîgme hene û piraniya wan jî di daristanên nêzî Okyanusa Atlasê ya Qamerûnê ne da dijîn.

Li Ruanda, Burundî, Komara Afrîkaya Navîn, Komara Demoratîk a Kongoyê, Zambiya, Gabon û Angolayê jî komên biçûk ên Pîgmeyan hene.

- Ew dixwazin çanda xwe ya 5 hezar salî bidomînin

Daristanên ku komên pîgmeyan tê da dijîn ji ber kerestevanî û kankeriyê ber bi tunebûnê va diçin û li daristanên wek parkên neteweyî hatine îlankirin jî ji bo jiyana Pîgmeyan destûr nayê dayîn û jiyana wan her diçe zehmettir dibe.

Hikûmeta Kamerûnê dixwaze ku bila qewmê Pîgmeyan bibin niştecîh û bi vê armancê xebatên entegrasyonê dike lê nikare bi ser keve.

Qewmên pîgmeyan naxwazin bi biyaniyan ra biaxivin û wêneyên wan bên kişandin û ew jiyaneke ji ya niştecihên Afrîkayê cihê dijîn.

Ew mîna mirovên ji dewrên berê hê jî jiyana xwe bi nêçîrvanî û berhevkirina giya û fêkiyan didomînin.

Pîgmeyên ku di jiyana wan da pere tuneye bi tiştên berhev kirine û nêçîrên qefaltine va karê xwe hel dikin lewra wan didin komên din û di bergîdana wan da hewcedariyan xwe ji wan distînin.

Ji bo nêçîrvaniyê ew her tim cihê xwe diguherînin û ew nêçîrvaniya meymûn, antîlop, xezal û fîlan dikin û bi dar û keviran jî rim çêdikin û perendan bi kar tînin.

Nzie Fouerê lîderê malbata Pîgme Fouerê ya li cî û warê Bîkuîtsî-Njuleya qasî 70 kîlometre dûrî bajarê Kribîya li rojavayê Qamerûnê dikeve, dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em masiyan digirin, nêçîrê dikin û ji daristanan jî giya û fêkiyan berhev dikin û dixwazin jiyana xwe wisa bidomînin. Lê hin kes tên û darên li daristanên me jê dikin û dixwazin malên me xera bikin û em ji ber vê yekê bi fikar in."

- Daristanê di heman demê da wekî dermanxane bi kar tînin

Malbata Pigme Amoura di nav daristanê da li herêma Bikuitsi-Njuleyê dijî. Ji malbatê zilamê herî kal Aboumyem Amoura wiha axivî, "Ez di nav vê daristanê da hatim dinyayê û dixwazim li vê derê bimirim. Ev daristan hemû pêdiviyên me pêk tîne."

Ji ber ku Pigme wekî welatî nayên qebûlkirin, li cihên ku lê dijîn tenduristî di serî da ji hemû xizmetên civakî bê par in. Pîgme ji bo tedawiyê belg, qalik û nebatên beyanî bi kar tînin.

Li daristana ku Pîgme tê da dijîn dareke Moringayê (dara mûcîzeyê) heye û ew ji belgên vê darê şirûbê çêdikin û vê şirûbê seba tansiyona zêde dixebitînin.

Pîgme seba jehrîketinê jî melhema ku ji gîhayê Nlouerê çêdikin, dixebitînin. Şirûba ku ji kelandina qalikê dara Abda Zoakê (Dara Fîlê) bi dest dixin jî seba nexweşiyên mehdeyê û aciziyên dema ducanîbûna jinan bi kar tînin.

Seba tedawiya hestî û movikan jî qalikê dara Azobeyê germ dikin û pê cihê ku dêşe miz didin.

Pîgme ji çiqilên dara Nzon û Mbundeyê û ji belgên wê yên mezin va malan çêdikin û tê da dijîn.

Pîgme timî cihê xwe diguherînin û malên ku tê da dimînin jî di nav saetekê da çêdikin.

Pîgme nêçîrvaniyê dikin û fêkiyên beyanî dixwin. Êvaran jî li dora agir dicivin, sohbet dikin, guh didin şîretên mezinan û direqisin.

- Baweriya Pîgmeyan bi jiyana piştî mirinê heye

Pîgme bi gelemperî baweriya Anîmîzmê diparêzin, li gor baweriya wan li ser rûyê dinyayê digel hebûna madî ruhê her tiştî jî heye û her tiştek ji aliyê ruhekî va tê kontrolkirin.

Ji ber ku baweriya Pîgmeyan bi jiyana piştî mirinê heye û li gor wan ruhê bav û kalên wan li her derê dijî, miriyên xwe di nav qalikên daran da an jî di şikeftan da vedişêrin.

Lêbelê ji ber ku di salên dawîn da Pîgme jî ji jiyana koçber derbasî niştewariyê bûn, di nav wan da kesên Misilmanî û Mesîhîtiyê dihebînin jî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın