Qeterê ragihand ku Îranê êrîşeke din li dijî Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffanê, ku duh bibû armanc, kiriye
Istanbul
Qeterê ragihand ku Îranê êrîşeke din a mûşekî li dijî Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffanê kiriye.
Ras Laaffana ku tesîsên xaza siruştî ya likîd yên herî giring ên welêt lê ne, duh bi mûşekan hatibû lêdan û di encamê de agir li herêmê çêbûbû.
Di daxuyaniyekê de ji Wezareta Parastinê ya Qeterê agahî li ser êrîşa Îranê ya li dijî Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan hatine dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Qater bi mûşekên balîstîk ên ji Îranê hatine avêtin bûye armanc, û ev êrîş Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan hedef girtiye, û zirar daye.
Di daxuyaniyekê da ji Wezareta Karên Navxweyî ya Qeterê hat destnîşankirin ku tîmên parastina sivîl bersiva agirê li Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan didin.
Di daxuyaniyekê da ji şîrketa enerjiyê ya neteweyî ya Qeterê, QatarEnergy da, hat destnîşankirin ku gelek tesîsên xaza xwezayî ya likîd ên li herêmê rastî êrîşên mûşekî hatine, û agirên ji ber vê yekê zirareke giring dane tesîsan.
Qatar Energyê duh ragihandibû ku Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan bi mûşekan hatiye lêdan, di encamê de şewat derketiye û zirarên mezin çêbûne, di heman demê de Wezareta Karên Navxweyî di demeke kurt da ragihand ku agir hatiye kontrolkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
