Dinya

Qeterê ji bo Kupaya Dinyayê ya FIFAyê bi şiklê "2022"yê avahî çêkir

Qeterê ji bo Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ku wê mazûvaniya wê bike, avahiyeke bi şiklê "2022"yê çêkir.

İbrahim Atmaca  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 04.12.2019
Qeterê ji bo Kupaya Dinyayê ya FIFAyê bi şiklê "2022"yê avahî çêkir

Doha

DOHA (AA) - Qeterê ji bo Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ku wê mazûvaniya wê bike, avahiyeke bi şiklê "2022"yê çêkir.

Serokwezîrê Qeterê Şêx Ebdullah bîn Nasir bîn Xelîfe Al Sanî avahî ji xizmetê ra vekir.

Avahî li herêma Aspîreyê di nav sal û nîvekê da ser nêzî 60 hezar mêtre qareyî hat çêkirin. Tê da ofîsên îdareya organîzasyonê û seba ziyaretvanan kafe û restoran hene. Avahî li kêleka Stadyuma Xelîfe ya Navneteweyî ye. Hat gotin ku di navbera avahî û stadyumê da tunelekê were vekirin da ku çûyîn û hatin çêbe.

Qeter wê di navbera 21ê mijdarê û 18ê berfanbara 2022yan da mazûvaniya Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2022yan bike. Federasyona Fitbolê ya Qeterê wê turnuvayê organîze bike. Bi vê turnuvayê va cara ewil Kupaya Dinyayê wê li Rojhilata Navîn were organîzekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın