Qeter: Ji hêla Îsraîlê va hedefgirtina rafîneriyên xaza sirûştî ya Parsa Başûr pêngaveke xemsar e
Istanbul
Wezareta Tenduristiyê ya Qeterê ji hêla Îsraîlê va hedefgirtina tesîsên bi Sehaya Xaza Sirûştî ya Parsa Başûr a di navbera Îran û Qeterê da tê parvekirin wekî "pêngaveke xeternak û xemsar" nirxand.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku Sehaya Parsa Başûr a li Îranê pêvekeke Sehaya Xaza Sirûştî ya Bakur a li Qeterê ye û hedefgirtina tesîsên navborî pêngaveke xeternak û nepirsyar e.
Di daxuyaniya Ajansa Nûçeyan ya Nîvfermî ya Mehrê ku agahiyên ji Wezareta Petrolê wergirtiye da hatibû ragihandin ku hin rafineriyên li qada xaza xwezayî ya Parsa Başûr di êrîşeke Amerîka û Îsraîlê da ji aliyê firokeyên bêpîlot yên Amerîkê va hatiye bombebarankirin.
