Qesra Spî: Serok Trump piştgiriyê dide Sûriyeyekî bi îstiqrar, yekbûyî û di nav aştiyê da
Washington DC
Qesra Spî der barê bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê diqewimin da daxuyaniya "Serok (Donald) Trump piştgiriyê dide Sûriyeyekî bi îsitqrar, yekbûyî û hem di nav xwe da hem jî bi cîranên xwe ra di nav aştiyê da ye."
Rayedarekî ji Qesra Spî bersiva nivîskî da pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê rewşa dawîn a li Sûriyeyê da.
Di daxuyaniya Qesra Spî da hat gotin ku "Serok Trump piştgiriyê dide Sûriyeyekî bi îsitqrar, yekbûyî û hem di nav xwe da hem jî bi cîranên xwe ra di nav aştiyê da ye. Ev yek ji hêmanên bingehîn ên vîzyona Rojhilata Navîn a aştiyane û murefeh a Serok e."
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku divê Sûriye bi tu awayî "ji nû va nebe baregeha terorîzmê" û nirxandina "Sûriyeyekî bi îstiqrar û desthilatdar ji bo îstiqrara herêmê heyatî ye."
