Dinya

Qesra Spî: Em hêvî dikin ku Rûsya û Ukrayna hefteya bê li Stenbolê hevdîtinên rasterast bikin

Hakan Çopur  | 30.05.2025 - Rojanekırın : 31.05.2025
Qesra Spî: Em hêvî dikin ku Rûsya û Ukrayna hefteya bê li Stenbolê hevdîtinên rasterast bikin

Washington DC

WASHINGTON (AA) - Karolîne Leavîtta Berdevka Qesra Spî da zanîn hêvî dikin ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Stenbolê rasterast hevdîtin û mizakere bikin û got ku "Em bawer dikin dê ev civîn pêk bê."

Leavîtta Berdevka Qesra Spî di brîfînga çapemeniyê da der barê pêvajoya Rûsya-Ukraynayê da nirxandin kirin.

Leavîttê got ku "Biqasî ku min fehm kiriye û em hêvî dikin ku Rûsya û Ukrayna hefteya pêş me li Stenbolê rasterast hevdîtin û mizakere bikin. Em bawer dikin ku dê ev civîn pêk bê. Ev civîn ew civîn e ku Serok (Donald Trump) ji bo ku her du alî bên bal hev û rasterast mizakere bikin teşwîq û israr kiriye."

Berdevka Amerîkayî bi bîr xist ku ji destpêka şer va Trump dixwest ku dawî li vê şweê bê û ji ber wê çendî caran li ber raya giştî hem bangî Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra hem jî bangî Vladimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê kir ku hevdîtinên rasterast bikin.

Leavîttê her wiha li ser pirseke der barê Trump dê ji Amerîkayê nûnerekî bişîne van hevdîtinan yan na da got ku "Hê diyar nîne, em ê ragihînin we ka Serok plan dike ku nûnerekî bişîne yan na."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın