Dinya

Qesra Spî: Bîden piştgiriyê dide daxwaza F-16an a Tirkiyeyê

Dildar Baykan Atalay  | 06.07.2022 - Rojanekırın : 06.07.2022
Qesra Spî: Bîden piştgiriyê dide daxwaza F-16an a Tirkiyeyê

Washington DC

 Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierreyê ragihand ku çend meh in li ser mijara ji Tirkiyeyê ra firotina F-16an hevdîtinan dikin û Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê piştgiriyê dide vê daxwazê.

Jean-Pierre di civîna çapemeniyê ya rojane da rexneyên komeke endamên Demokrat ên Kongreyê yên der barê daxuyaniyên erênî yên ku Bîden piştî hevdîtina li Madrîdê ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra der heqê firotina F-16an da gotin nirxand.

Jean-Pierreyê bal kişand ku hevdîtinên der barû mijara F-16an da demek e di rojevê da ye û got ku "Em di mijara F-16an da gelekî zelal in. Em di vê mijarê da çend meh in hevdîtinan dikin. Bîden birastî jî piştgiriyê dide vê daxwazê. Ji xeynî vê tiştekî nû tune."

- Daxuyaniyên Bîden ên der barê firotina F-16an da

Bîden di Lûtkeya Serokên NATOyê ya li Madrîdê da bi Serokomar Erdogan ra hatibû bal hev û di civîna çapemeniyê ya di 30yê hezîranê da gotibû ku divê balafirên şer ên F-16an bifroşin Tirkiyeyê û ji bo vê dikarin tesdîqa kongreyê hildin.

Bîden di civînê ev gotibûn:

"Tişta ku min gotê (Serokomar Erdogan) ya ku min di meha kanûna pêşîn da got heman in. Em divê balafirên F-16an bifroşin (Tirkiyeyê). Nefrotin neli gor berjewendiyên me ye. Min ji kanûnê va helwesta xwe neguherandiye. Min got ku bedêlek jî tune û tenû divû em bifroşin. Ji bo ku bikarim vê bikim hewcehiya min bi tesdîqa Kongreyê heye. Ez wisa difikirim ku em dê bikarin wê tesdîqê hildin."

Îro jî komeke Senatorên di Meclisa Nûneran a Amerîkayê da ji Bîden ra nameyek şandibûn û rexneya vê piştgiriyû kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın