Qesra Spî: Bi çavdêriya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê da "mekanîzmaya ragihandinê ya hevpar" hat avakirin
Washington DC
Qesra Spî eşkere kir ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê da ji bo kêmkirina rageşiyê û têkiliyan bi îstiqrartir bikin bi çavdêriya Amerîkayê "mekanîzmaya ragihandinê ya hevpar" hat avakirin.
Qesra Spî der barê mutebaqata hevpar a ku Îsraîl û Sûriyeyê îmze kir da daxuyaniya nivîskî da.
Li gor daxuyaniya rayedarên payebilind ên Îsraîl û Sûriyeyê bi hîmayeya Amerîkayê li Parîsê hatin bal hev û mijarên der barê têkiliyên di navbera herdu welatan da guftûgo kirin.
Piştî hevdîtinê Îsraîl û Sûriyeyê ji nû va"teahudûn xwe yên ji bo domandanina hewldanên der barê pêkanîna verastkirinên ewlehî û îstiqrara mayînde ya ji bo herdu welatan" teyît kirin.
Di daxuyaniyê da ev hatin hotin:
Di vê çarçoveyê da herdu welatan ji bo parvekirina îstixbaratê, kêmkirina rageşiya eskerî, têkiliyên dîplomatîk û bazirganiyê da bi çavdêriya Amerîkayê ji bo hêsankirina kordînasyona acîl û daimî biryar dan ku mekanîzmayeke ragihandinê ya hevpar ava bikin. Ev mekanîzma ji bo ku demildest li ser nelihevkirinekî bisekinin û pêşî li şaş fehmiyan bigirin dê peywira platformekê hilde ser xwe."
Di daxuyaniyp da piştgiriya Amerîkayê ya ji bo herdu welatan jî hat destnîşankirin û hat gotin ku "Ev danezana hevpar rihê vê civîna girîng û ji bo berjewendiya nifşên bê ya herdu aliyan biryardariya vekirina rûpelekî nû nîşan dide."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
