Qesra Spî: Amerîka ji bo ku bibe xwediyê Gronlandê bikaranîna hêza eskerî jî di nav da, hemû vebijêrkan dinirxîne
Washington DC
Qesra Spî daxuyand ku rêvebiriya Donald Trump ji bo ku bibe xwediyê Gronlandê, bikaranîna artêşa Amerîkayê jî di nav da, hemû vebijêrkan dinirxîne.
Berdevka Qesra Spî Karolîne Leavîtt, di bersiva nivîskî ya pirseke nûçegihanê AAyê da tevgera rêveberiya Trump a der barê Gronlandê da nirxand.
Leavîttê wiha got:"Serok Trump eşkere kiriye ku bidestxistina Gronlandê ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê pêşîniyek e û ji bo astengkirina dijminên me yên li herêma Cemsera Bakur pir girîng e. Serok û ekîba wî ji bo bidestxistina vê armanca girîng a siyaseta derva, li ser vebijêrkên curbecur nîqaş dikin. Bikaranîna artêşa Amerîkayê jî di destê Serfermandar da her tim vebijêrkek e."
Bersiva Leavîttê piştî daxuyaniya dawî ya Serok Donald Trump a li ser daxwaza wî ya ji bo armancên stratejîk bidestxistina giravê hat.
Trump di daxuyaniya xwe ya rojek berê da gotibû ji ber sedemên ewlehiya neteweyî hewcedarî heye ku ew bibin xwediyê Gronlandê û anîbû ziman ku ev yek bi taybetî li dijî Rûsya û Çînê ji bo ewlehiyê pêşîniyek e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
