Dinya

Qesra Spî endamên "Lijneya Aştiyê" ya ku dê heyama berwext a Xezeyê bi rê va bibe eşkere kir

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan jî di Lijneya Birêvebirina Xezeyê ya ku ji bo piştgirîdayîna fealiyetên di qada xizmet û birêvebirina li Xezeyê hat avakirin da cî digire

Hakan Çopur  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Qesra Spî endamên "Lijneya Aştiyê" ya ku dê heyama berwext a Xezeyê bi rê va bibe eşkere kir

Washington DC

 Qesra Spî endamên "Lijneya Aştiyê" ya ku wekî parçeyekî girîng yê merhaleya duyemîn a pêvajoya agirbesta li Xezeyê hat avakirin û serokê "Komîteya Neteweyî ya Birêvebiriya Xezeyê" ya ku dê pêvajoya berwext bi rê va bibe eşkere kir.

Di daxuyaniya Qesra Spî da plana aştiyê ya li Xezeyê ya 20 madeyî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat bibîrxistin û bal kişandin ku derbasî merhaleya duyemîn bûne.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku wekî parçeyekî girîng yê merhaleya duyemîn a pêvajoya agirbesta li Xezeyê Komîteya Neteweyî ya Birêvebiriya Xezeyê hat avakirin û Dr. Elî Şaatê Alîkarê Wezîrê Plankirinê yê berê yê Birêvebiriya Filistînê dê serokatiya komîteyê bike.

Qesra Spî destnîşan kir ku Şaat dê di qadên wekî "ji nû va tesîskirina xizmetên kamuyê, ji nû va avakirina saziyên sivîl û li Xezeyê bidestxistina îstiqrara jiyana rojane" da peywirê bike û di heman demê da karên ku dê bingeha birêvebiriya mawe dirêj dayne bike.

- Endamên "Lijneya Aştiyê" hatin eşkerekirin

Qesra Spî navê kesên ku dê di Lijneya Aştiyê ya ku dê Trump serokatiya wê bike da qadên cuda da peywirê bikin eşkere kir.

Di Lijneya Aştiyê ya ku di bin navê Lijneya Birêvebiriyê ya Damezrîner hat ragihandin da Marco Rubîoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê, Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Trump, Jared Kusherê zava û serşêwirmendê berê yê Trump, Tony Blaîrê Serokwezîrê Îngiltereyê yê berê, Marc Rowan, Ajay Banga û Robert Gabrîel cî girtin.

- Wezîrê Karên Derva Fîdan di Lijneya Birêvebiriya Xezeyê da ye

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li Xezeyê ji bo piştgiriya berfireh a hemû fealiyetên di qada xizmet û birêvebirinê da bi navê "Lijneya Birêvebiriya Xezeyê" lijneyeke nû hat avakirin.

Di Lijneyê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Trump, Jared Kusherê zava û serşêwirmendê berê yê Trump, Tony Blaîrê Serokwezîrê Îngiltereyê yê berê, Wezîrê Hevkariya Navneteweyî ya MEYê Reem Al-Hashimy, dîplomatê Qeterê yê bi tecrube Elî Al-Thawadî, şefê Îstixbaratê yê Misrê Hesen Reşad, Marc Rowan, Nîckolay Mladenov, YAkîr Gabay û Sîgrîd Kaag cî girtin.

- Nîckolay Mladenov dê bibe Nûnerê Bilind ê Xezeyê

Ji hêla din va Nîckolay Mladenovê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn yê NYyê yê berê dê wekî Nûnerê Bilind ê Xezeyê peywirê bike.

Mladenov dê di peywira xwe da di navbera Lijneya Aştiyê û Komîteya Neteweyî ya Xezeyê da peywira têkiliyê pêk bîne. Mladenov dê piştgiriyê bide Lijneya Aştiyê ya ji bo birêvebiriya Xezeyê, ji nû ve avakirin û pêşketina Xezeyê û dê kordînasyona di navbera qadên sivîl û ewlehiyê da pêk bîne.

Li gor daxuyaniya Qesra Spî tumgeneral Jasper Jeffers jî wekî Fermandarê Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî (ISF) hat tayînkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.