Dinya

Qesra Sipî diyar kir ku 5 welatên din jî difikirin ku bi Îsraîlê ra têkiliyên xwe normal bikin

Haydar Şahin  | 18.09.2020 - Rojanekırın : 18.09.2020
Qesra Sipî diyar kir ku 5 welatên din jî difikirin ku bi Îsraîlê ra têkiliyên xwe normal bikin

Washington DC

Qesra Sipî diyar kir ku 3yên wan ji Rojhilata Navîn 2yên wan ji herêmên din bi tevahî 5 welatên din jî nêzî amadebûnê ne ku bi Îsraîlê ra têkiliyên xwe normal bikin.

Mark Meadowsê Katibê Taybet yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li Wîsconsîna eyaleta Trump ji bo kampanyaya hilbijartinê çûbûyê daxuyanî da nûçegihanan.

Meadows bal kişand ser girîngiya peymanên normalbûnê yên Îsraîlê bi Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreynê ra îmze kirin û got, "5 welatên din jî difikirin ku bi Îsraîlê ra têkiliyên xwe normal bikin, yên wan ji herêmê ne 2yên wan ji dervayî herêmê ne."

Meadows navê welatan neda.

- Trumpê ji bo axaftina NYyê neçe New Yorkê

Wekî mayîn Meadows diyar kir ku Trump ew ê roja sêşemê ji bo axaftina di çarçoveya hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da neçe New Yorkê.

Meadows got ku Trumpê li Washîngtonê bimîne û axaftina NYyê li Qesra Sipî bike.

Ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) îsal piraniya civînên Lijneya Giştî ya NYyê ew ê onlîne werin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın