Önder Beyter
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Çap Weşan û Enformasyonê (MGÇE) der heqê qedexeya wêne û dîmenê ya li Mescida Heram û Mescida Nebewî da wiha got, "Heger qedexeya Wezareta Karên Derva ya Qraltiya Erebistana Siûdî were pêpeskirin, wê dest daynin ser amûrên wêne û dîmengirtinê û dû ra wê miemeleya qanûnî bê kirin."
Di daxuyaniya nivîskî ya MGÇEyê da hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Derva ya Qraltiya Erebistana Siûdî di 12ê mijdara 2017an da li Mescida Heram ya li Mekkeyê û Mescida Nebewî ya li Medîney û ciyên servekirî û sergirtî yên girêdayî van îbadetxaneyan kişandina wêne û dîmenan qedexe kir.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku bi awayekî teqez qedexe ligel hemû ziyaretvanan, nûnerên çapemeniyê jî di xwe da dihewîne û sedema vê tevdîrê jî parastina mekanên pîroz e.
Herwiha di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji welatên eleqedar daxwaz hatiye kirin ku welatiyên xwe der barê vê mijarê da hişyar bikin û wiha hat gotin:
"Heger qedexeya Wezareta Karên Derva ya Qraltiya Erebistana Siûdî ya ku armanca wê, bi awayekî çêtir û rihettir kirina îbadetan e were pêpeskirin, wê dest daynin ser amûrên wêne û dîmengirtinê û dû ra wê miemeleya qanûnî bê kirin."