Haydar Şahin
08 Adar 2019•Rojanekirin: 09 Adar 2019
Qada hewayê ya Pakistanê ya ku ji ber operasyonên ji hewayê yên di navbera Hindistan û Pakistanê da hatibû girtin bi tevahî hat vekirin.
Li gor daxuyaniya Otorîteya Hewadariya Sivîl a Pakistanê, qada hewayê di 27ê sibatê da hatibû girtin 3 roj şûnda qismeke wê hat vekirin û îro jî balafirgehên Faysalabad, Multan û Rahim Yar Xanê tevlî kirin.
Bi vî awayî tevahiyên qada hewayê ya Pakistanê vebû.
Ji ber ku qada hewayê hatibû girtin, rê û seferên di navbera Asya û Ewropayê da guherîbûn û teyareyan rêya ser Îranê û Çînê dişopandin.
Ji bo rêwîtiyên di navbera Asyaya Başûr û Ewropayê jî rotaya Umanê dihat bikaranîn. Ji ber biryara girtina qadê hem mesrefa sotemeniyê ya teyareyan zêde bibû hem jî rê dirêj bibû.
Di 26ê sibatê da teyareya Hindistanê qada hewayê ya Pakistanê binpê kiribû li ser vê rageşiya di navbera herdu welatan da mezin bibûî Pakistanê jî di 27ê sibatê da li hedefa li Hindistanê xistibû.
Di heman rojê da Pakistanê 2 teyareyên Hindistanê yên qada hewayê îxlal kiribû daxistibû û li ser herdu welatan qada hewayê ji trafîkê ra girtibûn.