Dinya

Pîra Tlaîbê: "Heger bihata min ê jê ra pez serjê bikira"

Muftiyye Tlaîba pîra Rashîda Tlaîba Endama Meclisa Nûneran ya Amerîkayê ku Îsraîlê lê qedexe kiriye ku bê welêt û bikeve Filistînê destnîşan kir heger dev ji hatina Şerîeya Rojava bernedaya wê ji neviya xwe ra pîrozbahî çêkira.

Nihat Kavşut  | 17.08.2019 - Rojanekırın : 18.08.2019
Pîra Tlaîbê: "Heger bihata min ê jê ra pez serjê bikira"

Ramallah

Muftiyye Tlaîba pîra Rashîda Tlaîba Endama Meclisa Nûneran ya Amerîkayê ku Îsraîlê lê qedexe kiriye ku bê welêt û bikeve Filistînê destnîşan kir heger dev ji hatina Şerîeya Rojava bernedaya wê ji neviya xwe ra pîrozbahî çêkira.

Muftiyye Tlaîba li beldeya Beyt Ur el-Fevgayê ya li rojavayê Ramallahê dijî ji ber ku neviya wê ji ber "şert û mercên zextê" yên Îsraîlê dev ji serdana malbata xwe ya li Şerîeya Rojava berda der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Tlaîbê destnîşan kir ji ber zextên Îsraîlê piştgiriyê dide biryarê lê ji ber ku wê neviya xwe nebîne xemgîn e û wiha got: "Wexta me ziyareta Rashîdayê bihîst ji bona pêşwazî bikin me dest bi amadehiyan kir. Min dixwest ji bona wê pîrozbahiyê çêkim û pezekê serjê bikim."

Muftiyye Tlaîbê got wek diyarî ji bona neviya xwe cil û bergên edetî yê Filistînê amade kirine.

Basim Tlaîbê xalê Rashîda Tlaîbê diyar kir malbat qebûl nake Îsraîl ji bona ziyaretê şert û mercan deyne.

Tlaîb diyar kir heqê Rashîdayê heye ku malbat û welatê xwe ziyaret bike û got ku lê hêzên dagirker naxwazin dengê kesên li hember wan derdikevin û piştgiriyê didin heqên Filistiniyan derkevin.

Piştî ku Îsraîlê ragihandibû ziyaret heger li gor hin şert û mercan be mimkûn e bê qebûlkirin Rashîda Tlaîbê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiribû ji ber ku ev bi helwesta wê ya dijî "cudakariya nijadî" ra li hev nake ziyareta xwe betal kiribû û wiha gotibû: "Ji ber ku ev azadiya min sînor dike wê pîra min jî vê serdanê qebûl neke."

Roja pêncşemê di daxuyaniya Tel Avîvê da hatibû destnîşankirin ji ber ku du endamên Kongreya Amerîkayê armanca wan ew e ku piştgiriyê bidin fikra boykotkirina Îsraîlê ziyareta wan ya li axa Filistînê hatiye redkirin. Peyra di daxuyaniya fermî da hatibû diyarkirin ku Rashîda Tlaîb bi tenê dikare pîra xwe ziyaret bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.