Ahmet Aydın
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
HEWLÊR
Bedel Bendiyê yek ji fermandarên Pêşmergeyên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) destnîşan kir ku hêzên wan dê di demeke kurt de derbasî bakurê Sûriyeyê bibin.
Bendî di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) got, "Pêşmerge (yên Sûriyeyê) îro sibê di demeke kurt de vegerin Rojava bibin."
Bendî anî ziman ku hêzên navborî li HKIyê perwerde didîtin û erka parastina bakurê Sûriyeyê bi wan hatiye sipartin.
Bendî derbarê daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey ku gotibû nêzîka 100 Pêşmerge derbasî Sûriyeyê bûne, de tiştek negot.
Jeffrey pêr derbasbûna 100 Pêşmergeyî ji Iraqê ber bi Sûriyeyê pesend kiribû û gotibû, "Haya Amerîkayê û HSDê ya ku ji PKK/YPG pêk tê, jê heye ku Pêşmerge ji sînor derbas bûne."
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Sûriyeyê Muslîm Mihemed jî di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê gotibû, "Fermandarên Pêşmergeyên Sûriyeyî û PYDyî duh di hîmayeya Amerîkayê da li bakurê Sûriyeyê civîneke veşarî kir. Di civînê da li ser vegera bakurê Sûriyeyê ya Pêşmergeyên Sûriyeyî yên li Iraqê sekinîn."
- 8 hezar Pêşmergeyên Sûriyeyî yên li hember DEAŞê dicengin

Pêşmergeyên Sûriyeyî ji 2012an vir va bi navê Pêşmergeyên Roj li Hewlêr û Duhokê di kampên eskerî da perwerde dibin. Hejmara wan nêzî 8 hezarî tê zanîn. Pêşmergeyên Sûriyeyî di bin banê Fermandariya Hêzên Taybet a HKIyê da cih digrin.
Pêşmergeyên Sûriyeyî ji wê demê heta niha ji ber ku PYD/PKKya rêxistina terorê dibe asteng, nikarin vegerin Sûriyeyê.
PYD/PKKya li Sûriyeyê bi hinceta ku nêzî PDKyê ne Pêşmergeyên Sûriyeyî naxin welatê wan. Pêşemergeyên Sûriyeyî bi destpêka êrîşên DEAŞê ra beşdarî operasyonê wilayeta Mûsil û operasyonên ser sînorê Iraq û Sûriyeyê dibûn.
Pêşmergeyên Sûriyeyî wek hêza çekdar a Eniya Nîştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ku di bin banê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê da ye, tê zanîn.