23 Adar 2016•Rojanekirin: 24 Adar 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî alîkariya ku bidine PYDya milê rêxistina terorê ya PKKyê ya Sûriyeyê wekî ku dabin PKKyê û wiha axivî: "PYD û PKK heman tişt in."
Barzanî li ser malpera înternetê ya Al Monîtorê daxuyand ku, gava mirov bala xwe dide kirinên PYDyê mirov dibîne ku PYD di mijara demokrasiyê da ji dil nîne. Barzanî li ser têkiliya eskerî û siyasî ya DYA û PYDyê jî wiha got: "Alîkariya ku bidin PYDyê wekî ku dabin PKKyê, lewra PYD û PKK heman tiştin."
Serokê kurd pirsa "Gelo haya DYAyê jê tune ku PYD û PKK heman tiştin?" wiha nirxand: "Ya rast ew jî pir baş pê dizanin, lê naxwazin vê bînin ser ziman. Wekî ku hûn jî zanin ji bo me jî ji bo DYAyê jî tişta herî girîng têkoşîna dijî DAEŞê ye. Ji ber vê yekê dibe ku ev têkilî paşguh kiribin."
Barzanî li ser mijara federasyonê ku çendekî berê PYDyê li bakurê Sûriyeyê li herêmên di kontrola xwe da yekalî îlan kiribû sekinî û got: "Li gor min ji bo Sûriyeyê federalîzm minasib nîne; lê lazim e sûriyeyî di vê mijarê da di nava xwe da li hev bikin û biryareke hevpar bidin. Gava ku me li herêma Kurdistanê federalîzm îlan kiribû (kewçêra 1992), me ev yekalî îlan nekiribû."
- "Divê PKK ji Şingalê vekişe"
Serokê HKIyê Barzanî der heqê hebûna PKKyê ya li Şingala ku di tebaxa 2014an da ketibû destê DAEŞa rêxistina terorê û hêzên kurd herêma girêdayî Mûsilê xilas kiribûn da wiha axivî: "Divê teqez PKK dev ji Şingalê berde û ji wir vekişe. Daxwaza me ji wan ew e ku ne bi darê zorê, bi aştiyane ji wir vekişin."
Barzanî destnîşan kir ku di vê mijarê da DYA li ser navê HKIyê midaxale nekiriye û wiha got: "DYA midaxaleyî karên me yên navxweyî nake; lêbelê DYA jî hay jê heye ku hebûna PKKyê ya li Şingalê tiştekî îfade nake."
Barzanî der heqê xebatên referandûmê yên ji bo serxwebûna HKIyê da jî got ku ew plan dikin berî meha kewçêrê vê pêk bînin.
Barzanî got min ferq kir ku nêrîna pirgirêka kurd a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ya pir kesî cudatir e û wiha xeberda: "Gava ku Erdogan bibû serokwezîr, hat Hewlêrê û wî bi xwe got ku polîtîkaya înkarê ya dijî kurda dawî bû. Ev pêngaveke girîng bû. Ez û Erdogan gelek caran hatin bal hev û min ferq kir ku Erdogan ji gelek kesan baştir pirsgirêka Kurd fêm dike. Tiştên ku Erdogan di vê mijarê da got, min berî wî ji tu kesî nebihîstibû."
Barzanî got ku HDPyê bi AK Partiyê ra koalîsyon çênekir, ev tevgera HDPyê xeletiyeke dîrokî ye û wiha dewam kir: "Hêviya me ew bû ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dest pê kiribû dewam bike. Ji bo berdewamiya pêvajoyê me hemû derfetên di destê xwe da seferber kirin. Di hilbijartina 7ê hezîranê da gava ku HDPyê 80 parlementerî derxistin me got heke bi AK Partiyê ra koalîsyonê çêneke wê xeletiyeke dîrokî çêbe. Paşê min got dibe ku AK Partî nexwaze bi HDPyê ra koalîsyonê çêbike, lê belê min ji hin kesên di nav HDPyê da ne bihîst ku HDPyê ev nexwastiye. Li gor min ev xeletiyeke mezin e."