Putîn: "(Êrîşa terorê ya li Moskovayê) Li pişt terorîstan kî hebe em ê wan bibînin û ceza bikin"
Moskova
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn diyar kir ji ber êrîşa terorê ya li Moskovayê 24ê Adarê weke şîna neteweyî îlan kirine û wiha got, "Em ê wan kesên ku ev êrîşa li dijî Rûsyayê û gelê me amade kirin û hemî kesên li pişta terorîstan disekinin tesbît bikin û ceza bidin wan."
Putîn ji ber êrîşa ku duh li Moskovayê dijî “Crocus City Hall”a hola konserê hat kirin xitabî gel kir.
Vladimîr Putîn di axaftina xwe da wiha got, "Em rûbirûyê êrîşeke terorê bûn ku bi baldarî hatibû plankirin û him jî tevkuştineke wisa bû ku pêşda hatibû amadekirin."
Putîn diyar kir ji ber êrîşa terorê ya li Moskovayê 24ê Adarê weke şîna neteweyî îlan kirine û wiha got, "Em ê wan kesên ku ev êrîşa li dijî Rûsyayê û gelê me amade kirin û hemî kesên li pişta terorîstan disekinin tesbît bikin û ceza bidin wan."
Putîn: "Gorî agahiyên ewil (ji bo terorîstan) ji bo li terefê Ukraynayê ji sînorê dewletê derbas bibin şibake hatiye amadekirin."