Ali Cura
05 Adar 2022•Rojanekirin: 06 Adar 2022
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn got ku li Ukraynayê hewla wan ya xerakirina binesaziya eskerî hema hema li ber qedandinê ye.
Putîn got ku dilê wan tuneye ku li Rûsyayê rewşa derasayî û awarte îlan bikin.
Putîn diyar kir heger dewleteke din hewl bide ku herêma qedexekirî ya ji bona firînê dayne wê ev rasterast tevlîbûna kar û barên eskerî be.
Putîn: "Em ê seferên balafiran yên navxweyî zêde bikin û li hêlên destûr tên dayîn jî seferên xwe yên dervayî welêt bidomînin."