Eşref Musa
05 Adar 2022•Rojanekirin: 06 Adar 2022
Navçeya Til Ebyadê ya bi Hereketa Mertalê Feratê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin wek rojên xwe yên berê şên dibe û li navendê maleke şînê û restorantek bi merasim hatin vekirin.
Reng û rûçikê navçeya Til Ebyadê bi saya projeyên dikin rewacê va diguhere.
Di merasima vekirina mala şînê û restoranta bi navê Hasbîhalê da Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Alîkarê WalîOguzhan Erdî Atak û Serokê Meclisa Herêmî ya Til Ebyadê Salih Hac Abdullah cî girtin.
Erîn qurdeleya herdu projeyan vekir û got ku ew bi xêr û silamet bin.
Bi saya vekirina herdu ciyan va wê bi qasî 30 kes li navçeyê bibin xwedî kar û şêniyên li wê derê ji ber veberhênanên li navçeyê tên kirin jî kêfxweş in.