Putîn got ku ji ber êrîşên li Behra Reş dê êrîşên dijî bendergehên Ukraynayê berfireh bikin
Moskova
Vladimîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê diyar kir ku Ukrayna bi êrîşên li Behra Reş ên dijî tankeran "qorsaniyê" dike û got ku "Rûsya wek bersiva êrîşên dijî tankeran dê êrîşên xwe yên dijî bendergehên Ukraynayê û keştiyên dikevin van bendergehan berfireh bike."
Putîn li paytext Moskovayê berî ku bi Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet û Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Jared Kusherê zavayê Trump ra hevdîtin bike bersiva pirsên rojnamevanan da.
Putîn êrîşên Ukraynayê yên ku li Behra Reş dibe ser tankeran rexne kir û got ku "Êrîşên dijî tankeran dema ku ne li avên navneteweyî li herêma aborî ya dewletekî din, dewleteye sêyemîn a munhasir da bên kirin dibe qorsanî."
Putîn destnîşan kir ku dê Rûsya bersiva êrîşên navborî bide û wiha axivî: "ûsya wek bersiva êrîşên dijî tankeran dê êrîşên xwe yên dijî bendergehên Ukraynayê û keştiyên dikevin van bendergehan berfireh bike. Heke êrîş dewam bikin em ê dijî keştiyên welatên alîkarî dikin ku Ukrayna van operasyonên qorsaniyê bike dê tevdîrên bersivdayînê binirxînin."
Putîn diyar kir ku divê birêvebiriya Ukraynayê û "yên li paş wî disekinin" êrîşên navborî ber çavan ra derbas bikin û got ku "Rêbaza herî radîkal heke em gehîneka Ukraynayê ya bi behrê ra qut bikin dê nekare qorsaniyê bike. Lê ev dê bibe pêngaveke ku rageşiyê zide dike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
