Putîn: "Em ê di 'operasyona eskerî ya taybet' ya li Ukraynayê da bigihêjin armancên xwe"
Moskova
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn got tu şik û gumana wan tuneye ku di "operasyona eskerî ya taybet" ya li Ukraynayê da wê bigihêjin armancên xwe.
Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin, Ukrayna'daki "özel askeri operasyonda" hedeflerine ulaşacaklarından şüphelerinin olmadığını belirtti.
Putîn bi wesîleya Roja Kozmonotan ku li Rûsyayê tê pîrozkirin li herêma Amurê bi Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê Belarusê ra Baregeha Fezayê ya Vostoçniyê ziyaret kir.
Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn di ziyaretê da der barê şerê li Ukraynayê didome da got tu şik û gumana wan tuneye ku di "operasyona eskerî ya taybet" ya li Ukraynayê da wê bigihêjin armancên xwe.
Putîn destnîşan kir wê xwe ji dinyayê îzole nekin û wiha axivî, "Di vê dinyaya modern da tu kes bi awayekî tund nikare bê tecrîdkirin. Em ê bi şirîkên xwe yên ku dixwazin bi me ra di nava têkiliyê da bin bixebitin."