Putîn pêşniyar kir ku mizakereyên rasterast ên bi Ukraynayê ra bila di 15ê Gulanê da li Stenbolê ji nû va dest pê bikin
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn: "Sibê bi Birêz Serokomar Erdogan ra hevdîtineke me heye. Ez ji wî rica dikim ku li Tirkiyeyê ji bo ku mizakere bên kirin, bila derfeteke wiha pêk bîne"

Moskova
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn pêşniyar kir ku mizakereyên rasterast ên bi Ukraynayê ra yên bê şert û merc bila di 15ê Gulanê da li Stenbolê dîsa dest pê bikin.
Putîn piştî çalakiyên ji ber 9ê Gulanê Roja Serkeftinê hatin lidarxistin û hevdîtina xwe ya bi serokên welatên biyanî ra daxuyanî da rojnamevanan.
Putîn bi bîr xist ku Ukraynayê agirbesta li ser binesaziya vejenê ya ku Amerîkayê pêşniyar kiribû û her wiha agirbesta ku wî di Cejna Paskalyayê û Roja Serkeftinê da pêşniyar kiribû, qebûl nekir û got lê dîsa jî Rûsyayê qet bi Ukraynayê ra diyalogê red nekir.
Putîn anî ziman ku tevî her tiştî, rayedarên Kîevê pêşniyar kirin ku mizakereyên ku wan di dawiya sala 2022yan da rawestandibûn ji nû va dest pê bikin û wiha got: "Em pêşniyar dikin ku mizakereyên li cihê ku berê hatibûn rawestandin, li Stenbolê, yên rasterast ên bi taybetî jî bê şert û merc roja Pêncşemê di 15ê Gulanê da bêyî ku dem derbas bibe, bila ji nû va dest pê bikin."
Putîn daxuyand ku Tirkiyeyê ji bo van mizakereyan gelek caran hewl da û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo pêkanîna vê yekê gelek tişt kir.
Putîn wiha dewam kir: "Sibê bi Birêz Serokomar Erdogan ra hevdîtineke me heye. Ez ji wî rica dikim ku li Tirkiyeyê ji bo ku mizakere bên kirin, bila derfeteke wiha pêk bîne. Ez hêvî dikim ku ew daxwaza xwe ya tevkariya lêgerîna aştiyê ya li Ukraynayê piştrast bike. Em bi biryar in ku bi Ukraynayê ra mizakereyên cidî bikin."
Putîn destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi saya mizakereyan aştiyeke mayînde pêk bê û ew hêvî dike ku Ukrayna jî ji bo vê gavan biavêje, artêşa xwe xurt neke û şer nedomîne.
Putîn wiha got: "Teklîfên me li ser maseyê ne. Biryar niha biryara rayedarên Ukraynayê û rêveberên wan e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.