Dinya

Putîn got ku bihayê Gronlandê wê dora "200-250 milyon dolarî" be

Dmitri Chirciu, Emre Gürkan Abay  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Putîn got ku bihayê Gronlandê wê dora "200-250 milyon dolarî" be

Moskova

 Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn diyar kir ku ew berê ji bo lihevkirinê ketin navbera Amerîka û Alaskayê û wiha dewam kir, "Heke hûn bi bihayê kirîna Alaskayê ra muqayese bikin, bihayê Gronlandê wê dora 200 milyon û 250 milyon dolarî be."

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Qesra Kremlînê hat dayîn, Putîn bi endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya Rûsyayê ra civîna online kir.

Putîn li ser Gronlanda ku di hedefa Serokê Amerîkayê Donald Trump da ye jî axivî û wiha got, "Tu eleqeya me bi Gronlandê tuneye. Bi Amerîkayê ra ji bo çareserkirina pirsgirêkeke bi vî rengî di 1867an da tecrubeyeke me heye, wekî ku tê zanîn Rûsyayê Alaska firote Amerîkayê."

Putîn destnîşan kir ku mezinahiya Alaskayê milyonek û 717 hezar kîlomêtreqare bû û wiha dewam kir, "Belkî zêdetir be jî. Amerîkayê Alaska bi 7,2 milyon dolarî ji me kirîbû. Bi enflasyona îro va ev pere niha nêzî 158 milyon dolarî ye."

Putîn got ku mezinahiya Gronlandê jî nêzî 2 milyon û 166 hezar kîlomêtreqareyî ye û wiha dewam kir, "Heke hûn vê bi bihayê ku Amerîkayê Alaska kirî ra muqayese bikin, bihayê Gronlandê wê dora 200 milyon û 250 milyon dolarî be."

Serok Putîn destnîşan kir ku Amerîka û Danîmarka wê mijarê "di navbera xwe da" çareser bikin û wiha dewam kir, "Di vê navberê da Danîmarkayê her wext Gronland wekî koloniyekê dîtiye, helwesta wê ya li hemberî Gronlandê gelekî tund, heta bê merhemet bûye, lê ev mijareke din e, li gorî min wê vê gavê bala kesî nekişîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın