Dinya

Putîn got amade ne ku bi Ukraynayê ra mizakereyên tura sêyemîn li Stenbolê bikin

Dmitri Chirciu  | 27.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Putîn got amade ne ku bi Ukraynayê ra mizakereyên tura sêyemîn li Stenbolê bikin

Moskova

Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn got amade ne ku bi Ukraynayê ra mizakereyên tura sêyemîn li Stenbolê bikin, memorandumên ku aliyan pêşkêş kirin jî dijî hev in.

Putîn piştî Civîna Konseya Aborî ya Bilind a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê (YAA) civîna çapemeniyê li dar xist.

Serokdewletê Rûsyayû di axaftina xwe da bi bîr xist ku di encama mizakereyên ku bi mazûvantiya Tirkiyeyê di 2yê hezîranê da di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Stenbolê hat kirin da di mijara pevguherandina cesedên qerimandî yên 6 hezar eskerên Ukraynayê hat teslîmkirin, nexweşên giran û eskerên birîndar û êsîrên 25 salî biçûktir li hev kirin.

Putîn îhtimala kirina mizakereyên tura sêyemîn ên bi Ukraynayê ra nirxand û got ku "em ji bo vê amade ne. Divê dîrok û cih bê diyarkirin. Ez hêvî dikim ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan girêdayî helwesta ku der barê piştgiriya pêvajoya aştiyê nîşan da bimîne. Em ji ber vê minetdarê wî ne. Em amade ne ku bi Ukraynayê ra mizakereyên tura sêyemîn li Stenbolê bikin. Serokê heyetên Ûris û Ukraynayê dê dîrokê diyar bikin. Ew timî bi hev ra di nav peywendiyê da ne. Ev tişteke baş e."

Putîn bal kişand ku Rûsya û Ukraynayê pêşnûmayên memorandumên der barê peymana aştiyê da pêşkêşî hev kirin û got ku "Ev memorandumên ku aliyan pêşkêş kirin jî dijî hev in. Mizakere ji bo dîtina rêyêm nêzbûnê tên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.