Portekîzê bi fermî Dewleta Filistînê nas kir

Madrid
Paulo Rangelê Wezîrê Karên Derva yê Portekîzê ragihand ku wan bi fermî Dewleta Filistînê nas kir.
Rangelê Wezîrê Karên Derva li Nûnertiya Mayînde ya Portekîzê ya li Neteweyên Yekbûyî axivî.
Rangelê Wezîr wiha got, "Îro 21ê Îlona 2025an e, Dewleta Portekîzê bi fermî Dewleta Filistînê nas dike. Beyana naskirina Dewleta Filistînê ya ku li vir hat îlankirin rasterast ji hêla Lijneya Wezîran hatiye wergirtin û xwedan piştgiriya Serokomar û her wiha partiyên siyasî ye ku li parlamentoyê kursiyên wan hene."
Rangel bal kişand ku ew wisa bawer dike, çareseriya du dewletî ya di navbera Îsraîl û Filistînê da yekane rêya aştiya adil û mayînde ye û wiha dewam kir, "Naskirina Dewleta Filistînê, teqabulî cîbicîkirina helwesta polîtîkaya derva ya Portekîzê ya li ser esasê lihevkirinê dike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.