Dinya

Pompeo got ku di mijara Îdlibê da ew bi Tirkiyeyê ra dixebitin

Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê bal kişand ser êrîşên rejima Esed û Rûsya dibin ser Îdlibê û got, "Ji bo ku bibînin gelo bi Tirkiyeyê ra em dikarin çi bikin, bi hev ra dixebitin."

Haydar Şahin  | 26.02.2020 - Rojanekırın : 26.02.2020
Pompeo got ku di mijara Îdlibê da ew bi Tirkiyeyê ra dixebitin

Washington DC

Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê bal kişand ser êrîşên rejima Esed û Rûsya dibin ser Îdlibê û got, "Ji bo ku bibînin gelo bi Tirkiyeyê ra em dikarin çi bikin, bi hev ra dixebitin."

Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li avahiya wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Pompeo bal kişand ser geşedanên li Îdlibê diyar kir ku rejima Esed nikare serkeftineke eskerî bi dest bixe û wiha pê da çû:"Êrîşên rejimê xetereya pevçûnên bi Tirkiyeya mitefîqê me yê NATOyê ra zêde dikin. Bersiv, li gor biryara bi hejmara 2254an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) agirbesta daîmî ye û mizakereyên di seroktiya NYyê da ne. Wekî ku Serok (Donald) Trump jî roja sêşemê eşkere kir ji bo ku bibînin gelo bi Tirkiyeyê ra em dikarin çi bikin, bi hev ra dixebitin."

- Berteka sansurê nîşanî Çîn û Îranê da

Wekî mayîn Pompeo di mijara koronavîrusa tîpa teze ya hemû dinya rakir ser piyan da ji ber ku agahiyan vedişêrin bertek nîşanî Çîn û Îranê da.

Pompeo wiha axivî: "Ji ber ku rejima Îranê hurgiliyên koronavîrusê ya li welêt a ku zehf girîng e vedişêre Amerîka di fikaran da ye. Di vê mijarê da veşartina agahiyan bedeleke mezin a mirinê derdixe ber merivan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın