Platforma Ji Anadoluyê ber bi Xezeyê va Hilmek: Rêwitiya hevpar a wijdanan Fîloya Simud a Gerdûnî

Tunis
MEHMET AKİF TURAN - Fîloya Simud a Gerdûnî ku armanca wê gihandina alîkariya ye bo Xezeyê, ji welatên cur bi cur bi hezaran beşdar anîn cem hev. Nûnerên "Platforma Ji Anadoluyê ber bi Xezeyê va Hilmek"ê tekezî li "hevpariya wijdanan" kirin.
Nivîser Ahmet Turgutê ji beşdarên fîloyê ji bo nûçegihanê AAyê axivî û anî ziman ku mirovên xwebexş ên ji 44 welatên cuda hatin, li hev civiyan.
Turgutê endamê Platforma Ji Anadoluyê ber bi Xezeyê va Hilmekê got, "Armanca me em xwe bigihînin sêwî, bî, nexweş û birîndaran. Di esil de pêidivya ev mijar di bin berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî, Teşkîlata Hevkariya Îslamî û zêdetir ji 50 welatên Misulman da ba. Lêbelê ev 23 meh e emdibînin, berpirsiyariya mezin a li saheyê li ser pişta civaka sivîl e"
Turgutê ku îfadeya "Rêwitiya hevpar a wijdanan Fîloya Simud a Gerdûnî"yê va bikar tîne got, "Hewldanên berê yên ji bo şikandina dorpêçê ji bo me bûn îlham. Em hêvî dikin ku gavên ku em îro diavêjin dê ji bo hewldanên siberojê bibin sedema wêrekiyê."
Çêker û Nivîskar Mehmet Ercanê yek ji endamên platformê, diyar kir ku ew "dixwazin alîkariya mirovan bikin ji ber ku ew mirov in, bêyî ku bawerî an nasnameyên wan çi bin."
Ercan got, "Li wir tu zarokek ji zarokên me kêmtir biqîmet nîne. Li wir tu jin ji tu jineke cîhanê kêmtir biqîmet nîne. Rûmeta wan ji ya me kêmtir nîne."
Serokê Platforma Ji Anadoluyê ber bi Xezeyê va Hilmek Fatih Tugra Doruk jî destnîşan kir ku ji bo beşdarbûna fîloyê ji Tunusê hatine û got, "Cîgirên serokên me, Ayçin Kantoglu û Îkbal Gurpınar, jî dê tevlî Karwana Sumud bibin û ber bi Xezeyê va biçin. Bi îzna Xwedê, armanca me ew e ku zarokên ku li peravên Xezeyê li benda me ne, hembêz bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.