Plana Netanyahu ew e ku li Îranê serhildaneke gel derxîne holê
Tel Aviv
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, bi îdiaya ku ew bi êrîşên hevbeş ên bi DYAyê raderfetek azadiyê pêşkêşî gelê Îranê dikin, peyamek şand ku ew dixwazin li wî welatî serhildaneke gelwarî derkeve.
Nivîsgeha Serokwezîriyê ya Îsraîlê vîdyopeyamek weşand ku tê de Netanyahu li ser pêşhatên dawî nirxandinan dike.
Netanyahu îdia kir ku Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî, hatiye kuştin, û diyar kir ku Îsraîlê bi balafirên şer û dronan êrîşî Îranê kiriye.
Netanyahu îdia kir ku bi lêdana derbeyekê li dijî rejima Tehranê, ew "derfetekê didin gelê Îranê ku wê hilweşîne", û îdîa kir ku her çend ev yek bi carekê an bi hêsanî çênebe jî, heke ew israr bikin, ew dikare were bidestxistin, û derfetek ji bo azadiyê pêşkêşî gelê Îranê dike.
Netanyahu anî ziman k uwî duh bi Serokê DYAyê Donald Trump ra hevdîtineke dirêj kiriye û her du welat bi hevkarî tevdigerin, di êrîşên nerasterast û rasterast da palpiştiyê dikin ku zextê li ser rejima Tehranê dikin û got, "Di heman demê da, em alîkariya hevalên xwe yên Amerîkî li Kendavê jî dikin".
