07 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
HEWLÊR
Endamên rêxistina terorê PKKyê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistanê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî xwepêşanek li dar xistin. PKKyiyan di vê xwepêşanê de êrîşî rojnamevanan kir û di bûyerê de 3 polês birîndar bûn.
Komeke çalakvanan ên ku di destê wan de wêneyên Abdullah Ocelan û PKKyê hebûn hatin li ber ofîsa NYyê û xwestin ku bûyerên ewlehiyê yên li Tirkiyeyê protesto bikin.
Komê xwest ku barîkata polêsan derbas bibin û êrîşî nûçegihana Rûdaw Tvyê bikin. Polêsan destûr neda komê û di navbera wan de rageşî derket. Nûçegihana Rûdawê Kurdistan Hesen, kameraman Cegir Omer û 3 polês di vê rageşiyê de birîndar bûn. Komeke polêsan a din hat cihê bûyerê û polêsan kom belav kir.
Tora Medyayê ya Rûdawê êrîşa li ser nûçegihan û kameramanê xwe şermezar kir û daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Koma ku li cihê xwepêşanê bû êrîşî nûçegihana Rûdawê Kurdistan Hesen û kameraman Cegir Omer kir. Wek Rûdaw em vê êrîşa li hember tîma me hat kirin şermezar dikin û em berpirsyariya qanûnî hewaleyî kesên ku ev xwepêşan li dar xistine dikin. Herwiha em careke din daxwazê ji serkirdatiya PKKê dikin ku bila dawî li handan û biryarên xwe yên qedexekar li hember Tora Medyayî ya Rûdawê bîne. Lewra azadiya çapemeniyê astengkirin li dijî demokrasiyê ye û ne li gor gotinên PKKyê ye."