PKK/YPGya rêxistina terorê li Heleba bajarê Sûriyeyê nexweşxaneyekî hedef girt
Di êrîşên ku rêxistina terorê di nav rojê da birin ser navenda bajarê Helebê da 3 jê sivîl 1 jê hêzê ewlehiyê yê Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin, 9 jê zarok 15 sivîl jî birîndar bûn
Halab
Li Sûriyeyê PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku navê HDsyê bi kar tîne bi topavêjan Nexweşxaneya Zahî Azrak a li Helebê hedef girt.
Li gor nûçeyên SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku di nav rojê da li Helebê êrîş kirin vê carê jî Nexweşxaneya Zahî Azrak a li Taxa Bustan el-Başayê ya Helebê hedef girt.
Agahiyên der barê kuştî û miriyên êrîşê hê nehat dayîn.
Di êrîşên ku PKK/YPGya rêxistina terorû di nav rojê da birin ser navenda bajarê Helebê da 3 jê sivîl 1 jê hêzê ewlehiyê yê Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin, 9 jê zarok 15 sivîl jî birîndar bûn.
Artêşa Sûriyeyê dijî kozikên PKK/YPGya rêxistina terorê bersiv dide.
Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriya Çapemenî û Ragihandinê ya ezareta Parastinê ya Sûriyeyê da hat gotin ku "HDSya rêxistina terorê li Helebê di roja sêyemîn da jî êrîşên xwe yên dijî yekîneyên artêşê û sivîlan didomîne."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku bersiva êrîşên PKK/YPGyê hat dayîn û ev hatin gotin:
"Digel vê yekîneyên me yên artêşê çavkaniyên agirkirinê yên HDSya rêxistina terorû û cihên avêtina wesayîtên asîmanî yên bêmirov hedef girtin, di encama midaxeleyan da qismeke van hêmanan hatin berterefkirin. Her wiha depoyeke cebilxaneyên rêxistinê hatin îmhekirin. Ev êrîşên HDSya rêxistina terorê car din nîşan dide ku Peymana 10ê Adarê nas nake."
Di daxuyaniyê da her wiha hat ragihandin ku PKK/YPG peymana navborî bi fiîlî îxlal dike û hewl dide ku artêşê bikêşe şereke vekirî ya ku dê ew bixwe sehaya wê diyar bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
