Ankara
Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê (KKSS) ragihand ku PKK/YPGya rêxistina terorê serkêşekî DEAŞa rêxistina terorê berda.
YPG/PKKya ku li Sûriyeyê navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi kar tîne berdana endamên DEAŞê yên dîl girtiye didomîne.
Kurdên muxalif ên li Sûriyeyê ku Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê ava kirine ji ser malpera xwe ya înternetê ragihandin ku Eîd Ebdilhemîd el-Deyriyê ji serkêşên DEAŞê û qaşo "mîrê şaxa têkiliyên gel" ku YPG/PKKyê 2 sal berê ew qefaltibû, hat berdan.
Hat gotin ku terorîstên endamê DEAŞê tevlî gelek sûcên şer bûbû.
YPG/PKKya rêxistina terorê meha borî jî 631 kesên ku hatibû tespîtkirin hevkarên DEAŞa rêxistina terorê ne berdabû.