Piştî êrîşên Îsraîlê, ji Libnanê ji 10 hezarî zêdetir kes derbasî Sûriyeyê bûn
Damascus
Piştî êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê, ji welêt ji 10 hezarî zêdetir sivîl ji ber şer reviyan û derbasî Sûriyeyê bûn.
Ji ber êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên dijî çend deverên Libnanê, bi taybetî li taxa Dahiye ya Beyrûtê, bûne sedema zêdebûna koçberiyê di nav welêt da.
Bi kêmî ve 10 hezar sivîlên ku ji êrîşên Îsraîlê reviyan, bi rêya deriyê sînor ê Cdeid el-Yabus li gundewarê Şamê û deriyê sînor ê Cusiye yê li Humsê derbasî Sûriyeyê bûne.
Kesên ku dixwestin ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bibin, ji ber qerebalixiyê neçar man ku bi saetan li deriyên sînor bisekinin, û wê demê rêzên dirêj çêbûn.
