Dinya

Piştî erdheja li rojhilatê Rûsyayê ji bo qeraxên Californiaya Amerîkayê hişyariya tsunamiyê hat dayîn

Şerife Çetin  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Piştî erdheja li rojhilatê Rûsyayê ji bo qeraxên Californiaya Amerîkayê hişyariya tsunamiyê hat dayîn

New York
 

Piştî erdheja ku bi mezinahiya 8,8an li nêzîkî Herêma Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê çêbû, ji bo qeraxên eyaleta Californiayê ya Amerîkayê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Li gorî nûçeya ABC7 Los Angelesê, piştî erdheja mezinahî 8,8 ya li nêzîkî Kamçatkaya li rojhilatê Rûsyayê çêbû, seba herêmên qeraxî yên San Luis Obispo, Santa Barbara, Ventura û Los Angelesê rîska tsunamiyê ji asta çavdêriyê bo asta "hişyariyê" hat derxistin.

Heger pêl rabin, tê pêşbînîkirin ku bi dema herêmî di saet 23.50yî da dê bigihêje eyaletê û di saet 01.00ê da jî dê bigihêje herêma Los Angelesê.

Bajarê Huntington Beachê wek tedbîr îskele û plaj girtin.

Karen Bassa Şaredara Los Angelesê ji şêniyên herêmê xwest ku amade bin, ji xeta avê dûr bisekinin û her wiha pabendî telîmatên fermî bin.

 - Serokê DYAyê Trump piştî erdheja ku li Şahderyaya Pasifîkê çêbû ji bo Hawaiiyê hişyariya Tsunamiyê da

Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku piştî erdheja mezin a ku li Şahderyaya Pasifîkê çêbû, ji bo niştecihên Hawaiiyê Hişyariya Tsunamiyê kete rewacê.

Trump ji ser hesabê xwe yê Truth Socialê derbarê mijarê da parvekirin kir.

Trump destnîşan kir ku ji bo Alaska û keviyên DYAyê yên li ber Pasifîkê rewşa "Şopandina Tsunamiyê" di rewacê da ye û ragihand ku Japonya jî di xetereyê da ye.

Trump ragihand ku piştî erdheja mezin a ku li Şahderyaya Pasifîkê çêbû, ji bo niştecihên Hawaiiyê Hişyariya Tsunamiyê ketiye rewacê.

Trump bangawazî kir ku ji bo agahiyên herî guncaw serdana navnîşana "tsunami.gov" bê kirin û got, "Bihêz û ewledar bimînîn."

 - Piştî erdheja li rojhilatê Rûsyayê li hin welatên Asya û Amerîkayê hişyariya tsunamiyê hat dayîn

Piştî erdheja ku bi mezinahiya 8,8an li nêzîkî Herêma Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê çêbû, li Çîn, Endonezya, Filîpîn, Meksîka û hin welatên Amerîkaya Başûr û Navîn hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Li gorî nûçeya Tora Têlevîzyona Kurewî ya Çînê (CTGN), Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Çînê seba tsunamiya ku piştî erdheja mezinahî 8,8 ya li nêzîkî Kamçatkaya li rojhilatê Rûsyayê tê pêşbînîkirin, elerima zer da.

Li gorî nûçeya rojnameya Jakarta Globeê jî ku li Endonezyayê weşanê dike, Ajansa Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ji bo 10 herêmên li qeraxên welêt hişyariya tsunamiyê da.

Li gorî nûçeya rojnameya Manila Times a Filîpînan jî Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiyê ya Filîpînan eşkere kir ku piştî erdhejê tsunamiya bi pêlên di bin metreyekî da bilind dê li welêt bixe û lewma ji gel hat xwestin ku dûrî qeraxan bisekinin.

Her wiha di nûçeya CNNê da hat diyarkirin ku hişyariya tsunamiyê bo Şîlî û Ekvadorê jî hat dayîn û Pergala Hişyariya Tsunamiyê ya Entegre ya Meksîka û Amerîkaya Navîn jî ji bo bakurê Meksîkayê heya Panamayê hişyariya tsunamiyê weşand.

  - Ajansa Rêvebirina Rewşa Acil a Federal a li Amerîkayê xwest ku li Hawaiyê herêmên qeraxê demildest vala bibin

Ajansa Rêvebirina Rewşa Acil a Federal (FEMA) a li Amerîkayê piştî erdheja Okyanusa Pasifîkê xwest ku li Hawaiyê herêmên qerax demildest werin valakirin.

FEMAyê li ser Xa platforma medyaya civakî peyama bangewaziya valakirinê parve kir.

Di peyamê da ji welatiyên li herêmên qeraxên Hawaiyê ra hat gotin ku "demildest bilivin" û "ji herêmê derkevin".

 


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.