Dinya

Piştî bersivdayînên li pey hev ên ji Îranê li Tel Avîv û Qudsê dengê teqînên mezin hat

- Serwêsa alîkariya acîl a Îsraîlê Stêrka Dewûd a Sor eşkere kir ku di bersivdayîna Îranê da ji bajarê Eylata li başûrê welêt yek jê giran du kes birîndar bûn

Burak Dağ, Faruk Hanedar  | 14.03.2026 - Rojanekırın : 15.03.2026
Piştî bersivdayînên li pey hev ên ji Îranê li Tel Avîv û Qudsê dengê teqînên mezin hat

Tel Aviv

Ji ber du bersivdayînên ku ji Îranê li pey hev hatin kirin li Tel Avîva paytextê Îsraîlê û Qudsa Rojhilat a dagirkirî dengê teqînên tund hatin bihîstin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku ji bo pêşîlêgirtina fuzeyên ji Îranê hatin avêtin pergalên parastina asîmanî ketin dewrê.

Li herêmên di bin tehdîda bersivdayînê ji têlefonên berikê ra hişyarî hatin şandin û di daxuyaniyê da ji gel hat xwestin ku biçin sitargehan.

Li Tel Avîvê piştî ku sîrenan lê da dengê teqînên mezin hat.

Çendî deqîqe piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand ku bersivdayîn bi dawî bû li Qudsa Rojhilat a dagirkirî sîren ketin dewrê.

Ji asîmanê Qudsa Rojhilat a dagirkirî dengê gelek teqînên mezin hat bihîstin.

- Di bersivdayîna Îranê da li Eylatê 2 kes birîndar bûn

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku li bajarê Eylatê û herêma Aravayê yên li başûrê welêt jî piştî bersivdayşna ji Îranê hat destpêkirin sîrenan lê da.

Serwêsa alîkariya acîl a Îsraîlê Stêrka Dewûd a Sor eşkere kir ku di bersivdayîna Îranê da ji bajarê Eylata li başûrê welêt yek jê giran du kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku piştî midaxeleya pergalên parastina asîmanî parçeyên şerapnelê ketin qadeke vekirî ya li aliyê navîn a Îsraîlê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın