Dinya

Piştî bersivdayînên ji Îranê li aliyên navîn ên Îsraîlê sîrenan lê da

- Hat ragihandin ku parçeyên şerapnelê îsabetî herêmên Holon, Bat Yam û Yehuda li navenda Îsraîlê kir

Burak Dağ  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 13.03.2026
Piştî bersivdayînên ji Îranê li aliyên navîn ên Îsraîlê sîrenan lê da

Quds

Piştî hat ragihandin ku ji Îranê êrîşa bi fuzeyan ya nû hat destpêkirin paytext Tel Avîv jî di nav da li aliyê navîn ê Îsraîlê sîrenan lê da.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku pergalên parastina asîmanî ji bo pêşîlêgirtina fuzeyên ji Îranû hatin avêtin ketin dewrê.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku li herêmên di bin xetereyan bersivdayînê da ji telefonên berikan da peymanên. hişyariya pêş hatin şandin û hat xwestin ku heta daxuyaniyeke din bila ji sitargehan dernekevin derva.

Ji ber êrîşa bersivdayînê ya Îranê paytext Tel Avîv jî di nav da li aliyê navenda Îsraîlê sîrenan lê da.

Di nûçeya rojnameya Yedîoth Ahronotê da hat ragihandin ku arçeyên şerapnelê îsabetî herêmên Holon, Bat Yam û Yehuda li navenda Îsraîlê kir.

Di nûçeya televîzyona Qenal 12 da hat diyarkirin ku ji ber şerapnelêket qadeke vekirî ya li herêma Holonê şewat derket.

Di daxuyaniya Stêrka Dewûd a Sor da jî hat ragihandin ku li gor tesbîtên ewil ji ber êrîşa bi fuzeyê tiştek bi kesî nehatiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın