Piştî bersivdayîna nû ya Îranê, li Tel Avîva paytextê Îsraîlê û derdora wê sîrenan lê da
- Hat diyarkirin piştî ku pêşî li fuzeyên Îranê hat girtin, li bajarê Rishon Leziyonê li 3 cihan parçe û şarapnelên fuzeyan ketin xwarê
Tel Aviv
Piştî bersivdayîna nû ya Îranê, Tel Avîva paytext di serî da, li gelek herêmên navîna Îsraîlê sîrenan lê da.
Artêşa Îsraîlê ragihand, piştî ku hat tesbîtkirin ji Îranê fuze hat agirkirin, pergalên parastina asîmanî ketin dewrê.
Li herêmên di bin tehdîda fuzeyan da ji têlefonên mobîl ra hişyariyên pêşwext hatin şandin û ji Îsraîliyan hat xwestin ku heya ragihandineke din, di stargehan da bimînin.
Têlevîzyona Îsraîlê ya Kanal 12ê diyar kir ku ji ber fuzeyên ku ji Îranê wek bersiv hatin agirkirin, Tel Avîva paytext di serî da li Lod, Ramle, Nes Ziona, Ramat Gan, Bat Yam, Rishon Leziyon û Rehovotê sîrenan lê da.
Hat diyarkirin piştî ku pêşî li fuzeyên Îranê hat girtin, li bajarê Rishon Leziyonê li 3 cihan parçe û şarapnelên fuzeyan ketin xwarê.
Çapemeniya Îsraîlê ragihand, parçe li avahiyekê ketin û her wiha ketin ser rê û bûn sedema xesareke piçûk.
Stêrka Sor a Dawid a servîsa alîkariya bilez a Îsraîlê jî destnîşan kir ku li gorî encamên destpêkê, di êrîşê da kuştî û birîndar tuneye.

