Dinya

Piştî bersiva moşekî ya Îranê li Tel Avîv û Qudsê dengê teqînên tund hat bihîstin

Burak Dağ  | 26.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Piştî bersiva moşekî ya Îranê li Tel Avîv û Qudsê dengê teqînên tund hat bihîstin

Quds

Piştî bersiva moşekî ya Îranê ya nû, li Tel Avîva paytextê Îsraîlê û bajarê Qudsê li dû hev, dengê teqînên tund hat bihîstin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku ji bo berterefkirina fuzeyên hat tesbîtkirin ji Îranê hatin agirkirin, pergalên parastina asîmanî di dewrê da ne.

Li herêmên ku di bin gefa êrîşên bersivdayînê da ne, ji têlefonên mobîl ra peyamên hişyariya pêşwext hatin şandin û ji gel hat xwestin ku dakevin stargehan.

Ji ber bersivdayîna Îranê ya ku îro ev bû ya 8em, li herêma Gush Dana ku wekî "Tel Avîva Mezin" tê zanîn û her wiha li Qudsê sîrenan lê da.

Nûçegihanên AAyê yên li herêmê ragihandin ku li paytext Tel Avîvê û her wiha li Qudsê, bi firandina moşekên bergîriyê va li esman li dû hev dengê teqînên tund hatin bihîstin.

Têlevîzyona Kanal 12ê diyar kir ku piştî bergîriyê, li bajarê Modiyê yê li navîna welêt şarapnel ketin xwarê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın