Dinya

Piştî Amerîkayê li Zanîngeha McGîllê ya li Kanadayê jî ji bo piştgiriya Filistînê kamp hat vedan

Şerife Çetin  | 28.04.2024 - Rojanekırın : 29.04.2024
Piştî Amerîkayê li Zanîngeha McGîllê ya li Kanadayê jî ji bo piştgiriya Filistînê kamp hat vedan

New York

 Li Amerîkayê li gelek zanîngehan ji bo piştgiriya Filistînê xwepêşandan tên kirin û li McGîlla ji zanîngehên sereke yên Kanadayê da jî xwendekaran kamp vedan û dest bi protestoyan kirin.

Xwepêşandêr di afîşa weşandin da peyama "Em ê destûr nedin ku zanîngehên me bibin hevkarê komkujiyê" û bangewaziya piştgiriya bo Filistînê kirin.

Xwendekar li kampusa Montrealê ya Zanîngeha McGîllê civiyan û li qada vekirî kamp vedan.

Xwendekaran dirûşmeyên "Bijî Filistîn" û "Ji Veberhênanê ra Dawî" berz kirin û bang kirin ku zanîn bila dawî li veberhênanên madî yên ku zanîngeh ji bo şirektên piştgiriyê dide êrîşên li Xezeyê bîne.

Gelek wesayîtên polêsan sewqî dervayî kampusê kirin.

Li Zanîngeha McGîllê xwendekaran di sibatê da jî ji bo piştgiriya Xezeyê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın