Dinya

Piştî ku YPG/HSD ji herêmê hat derxistin, rêvebiriya Sûriyeyê li Reqayê saziyên kamuyê bilez vekir ku ew bixebitin

Mehmet Nuri Uçar, ABDULSALAM FAYEZ  | 18.01.2026 - Rojanekırın : 18.01.2026
Piştî ku YPG/HSD ji herêmê hat derxistin, rêvebiriya Sûriyeyê li Reqayê saziyên kamuyê bilez vekir ku ew bixebitin

Syria

Piştî ku YPG/HSDya rêxistina terorê bi qismeke mezin ji herêmê hat derxistin, rêvebiriya Sûriyeyê telîmat da ku saziyên kamuyê û meclisên herêmî yên li bajarê Reqayê, dîsa dest bi xebatên xwe bikin.

Wezîrê Rêveberiya Herêmî û Hawîrdor yê Sûriyeyê Mihemed Anceranî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ev telîmat piştî ku artêşa Sûriyeyê gihîşt bajarê Reqayê hat dayîn.

Anceranî bi bîr xist ku artêş duh gihîşt sînorên îdarî yên bajarê Reqayê û îro jî bajarê Tebqayê û Bendava Feratê hatin kontrolkirin.

Anceranî wiha got: "Me li bajarê Reqayê telîmat da rêvebirê berpirs ê ku ji karên rêvebiriya herêmî berpirs e (bêyî ku navê wî diyar bike) ku ew tavilê biçe herêmê û ji bo ku saziyên dewletê û meclisên herêmî dîsa dest bi xebatê bikin me ew wezîfedar kir."

Anceranî diyar kir ku ev gav ji bo destpêkirina xizmetên bingehîn hatiye avêtin, ew vê pêvajoyê ji nêz va dişopînin û wiha dewam kir: "Ji bo ku em xizmetê bidin gelê xwe û pêdiviyên li van deveran peyda bikin, em ê amade bin."

Li bajarê Reqayê ya li rojhilatê Sûriyeyê bi serhildana gel û hêzên eşîran, navenda bajêr bi qismeke mezin ji YPG/HSDya rêxistina terorê hatibû rizgarkirin.

Bi serhildana gel û hêzên eşîran a dijî YPG/HSDyê, cihên rêxistinê hatibûn bidestxistin û gelek cihên stratejîk ên li navenda bajêr hatibûn kontrolkirin.

Li navenda bajêr hebûna YPG/HSDyê bi qismeke mezin hatibû bidawîkirin û kontrola li cihên ewlehiyê û avahiyên kamuyê hatibûn bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.