Dinya

Piştî ku agirbest hat ragihandin ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê 99 kes hatin kuştin

Hosni Nedim, Mahmut Geldi  | 17.01.2025 - Rojanekırın : 17.01.2025
Piştî ku agirbest hat ragihandin ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê 99 kes hatin kuştin

Istanbul

Hat diyarkirin, piştî ku agirbest hat ragihandin ji 15ê Çileyê Paşîn vir va ji ber êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê herî kêm 99 Filistînî hatin kuştin.

Li gor WAFAya ajansa fermî ya nûçeyan ya Filistînê, Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîşên asîmanî biriye ser mal û çadirên Filistîniyên ji cî û warên xwe bûne.

Li gor agahiyan, hat diyarkirin, piştî ku agirbest hat ragihandin ji 15ê Çileyê Paşîn vir va ji ber êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê 23 jê zarok û 27 jê jin herî kêm 99 Filistînî hatine kuştin.

Hatibû ragihandin li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hejmara kuştiyan derketiye 46 hezar û 788an û hejmara birîndaran jî derketiye 110 hezar û 453yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın