Dinya

Piştî bersivdayîna Îranê ji derdora Santrala Elektrîkê ya Rabînê ya Îsraîlê dûman rabû

Burak Dağ  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 25.03.2026
Piştî bersivdayîna Îranê ji derdora Santrala Elektrîkê ya Rabînê ya Îsraîlê dûman rabû

Tel Aviv

Piştî ku Îranê bi moşekê bersiv da êrîşan, ji derdora Santrala Elektrîkê ya Rabînê ya li Haderaya bajarê Îsraîlê, dûmaneke mezin bilind bû.

Çapemeniya Îsraîlê cih da hûrgiliyên êrîşa dijî derdora Santrala Elektrîkê ya Rabînê ya li bajarê Haderayê yê li bakurê welêt.

Têlevîzyona Kanal 12ê diyar kir ku piştî êrîşê ji derdora santralê dûman quloz bû û her wiha ragihand ku li tevahiya welêt li 30 herêman parçeyên fuzeyan û şarapnelan îsabet kir.

Piştî êrîşên bersivdayînê yên Îranê yên nû, di serî da Tel Avîv li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lêxist.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji bo bereterefkirina fuzeyên hat tesbîtkirin ji Îranê hatin agirkirin, pergalên parastina asîmanî di dewrê da ne.

Li herêmên ku di bin gefa êrîşên bersivdayînê da ne, ji têlefonên mobîl ra peyamên hişyariya pêşwext hatin şandin û ji gel hat xwestin ku heya ragihandineke din ji stargehan dernekevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın