Peywirdarê ji çapemeniya Îranê ra axivî, got ku bi Amerîkayê ra tu mizakere nehatin kirin:
Serokê Meclisa Îranê Qalîbaf û Berdevkê Wezareta Karên Derva Beqayî jî daxuyandin ku "bi Amerîkayê ra tu mizakere çênebû."
Ankara
Peywirdarekî navneeşkerekirî yê ji çapemeniya Îranê ra axivî, diyar kir ku bi rêveberiya Washingtonê ra tu mizakere nehatin kirin û îdia kir ku daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump "operasyoneke psîkolojîk" e ku rewşa xirab a piyaseyên vejenê serast bike.
Peywirdarekî Îranî yê navneeşkerekirî yê ji Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ra axivî, îdiaya Trump a wan bi Îranê ra "ji bo çareserkirina dijmintiyên li Rojhilata Navîn hevdîtinên pir sûdwer pêk anîn" derewand.
Peywirdarê Îranî wiha got, "Ji destpêka şer heta niha bi rêya hin navbeynkaran ra ji Tehranê ra mesaj hatin şandin û me bersiva 'heta çavtirsandina pêwîst pêk neyê, em ê berevaniyê bidomînin' da. Tu mizakere nehatin kirin û niha jî tuneye. Bi şerê psîkolojîk ê bi vî rengî va ne Tengava Hurmuzê vegere rewşa xwe ya berî şer û ne jî di piyaseyên vejenê da aştî dê çêbe."
Der heqê daxuyaniya Trump a "wî êrîşên dijî binesaziya ceyrana Îranê 5 roj bi paş da xistin" jî peywirdar wiha got, "Tehdîdên eskerî yên Îranê her ku xwe dan bawerkirin, Trump ji êrîşên dijî binesaziya krîtîk bi paş da gav avêt. Zext û tehdîda tehwîlê ya li ser piyaseyên fînansî yên li Amerîka û Rojava zêde bûn û ev jî bûn faktoreke giring a vê gava bi para va."
Peywirdarê Îranî nirxandina xwe wiha domand, "Ultîmatoma Trump a ji bo 5 rojan, tê wê wateyê ku ev rejim dê sûcên xwe yên dijî gel bidomîne û em ê jî di bersivdayînê û parastina welêt bidomînin."
Serokê Amerîkayê Trump îdia kiribû ku welatê wî bi Îranê ra ev du roj in ji bo çareserkirina dijmintiyên li Rojhilata Navîn, hevdîtinên pir sûdwer pêk tîne.
Ji aliyeki din Serokê Meclisa Îranê Qalîbaf û Berdevkê Wezareta Karên Derva Beqayî daxuyandin ku "bi Amerîkayê ra tu mizakere çênebû."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
