Peywirdarên Şîrketa Petrola Sûriyeyê li qadên petrolê yên Rimêlan û Siwêdiyeyê yên li Hesekeyê vekolîn pêk anîn
Haseke
Peywirdarên Şîrketa Petrola Sûriyeyê di çarçoveya rêkeftina hikûmeta Sûriyeyê û rêxisitina terorê YPGyê ya radestkirina qadên petrolê yên Rimêlan û Siwêdiyeyê yên li parêzgeha Hesekeyê da li qadan vekolîn pêk anîn.
Di çarçoveya rêkeftina hikûmeta Sûriyeyê û rêxisitina terorê YPGyê da gelek peywirdarên ku di navê da Welîd el-Yûsifê Alîkarê Midûr û Safwan Şêx Ehmedê Midûrê Ragihandina Saziyî yên Şîrketa Petrola Sûriyeyê jî hene, li qadên petrolê Rimêlan û Siwêdiyeyê yên li Hesekeyê vekolîn pêk anîn.
Piştî ziyareta vekolînê, Welîd el-Yûsifê Alîkarê Midûrê Şîrketa Petrola Sûriyeyê di civîna çapemeniyê da axivî û diyar kir ku beşeke mezin a rafineriyên petrolê yên li herêmên Rimêlan û Siwêdiyeyê feal in û ji ber şer ziyaneke mezin nedîtine.
Yûsif bal kişand ku petrola Sûriyeyê malê hemû Sûriyeyiyan e û her wiha xebatkarên li qadan dê peywira xwe bidomînin û ji xeynî vê, di meaşan da verastkirina pêwîst dê bê kirin.
Yûsif destnîşan kir ku ew dixwazin Şîrketa Petrola Sûriyeyê li ser asta herêmî bikin şîrketeke pêşeng û ji bo vê jî wan digel gelek şîrketên kurewî peyman îmze kirin.
Yûsif got ku wan ji bo pêşxistin û nûkirina qadên neftê bi şîrketên wekî Chevron, Conoco û ADESê ra peyman pêk anîn.
Safwan Şêx Ehmedê Midûrê Ragihandina Saziyî jî diyar kir ku bi rêya şîrketên biyanî mehane 2,5 milyon warîl petrol tê îtxalkirin, dahata bîrên li Hesekeyê yên jinûva ketin bin kontrola dewletê dê li budceya dewletê bê zêdekirin û di dabeşkirina dahatê da jî polîtîkaya wekheviyê dê bê cîbicîkirin.
Şêx Ehmed bal kişand ku li qadan û di saziyên din da îstixdamkirina gelê herêmê dê bidome û her wiha ji bo tecrube û xwe pêşxistinê, ew ê xebatkaran li dervayî welêt bişînin bernameyên perwerdeyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
