Peymana Xeta Boriyê ya Nefta Xam a Tirkiye-Iraqê salek şûnda bi dawî dibe

Ankara
Peymana Xeta Boriyê ya Nefta Xam ku di navbera Tirkiye û Iraqê da ji sala 1973yan vir va di rewacê da ye, wê ji 27ê Tîrmeha 2026an pê va bi dawî bibe.
Der barê mijarê da Biryara Serokomar di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê, Peymana Xeta Boriyê ya Nefta Xam a Tirkiye-Iraqê, Protokola Xeta Boriyê ya Nefta Xam û peyman û protokolên têkildar ên din, wê di 27ê Tîrmeha 2026an da bi dawî bibin.
Di çarçoveya Peymana Xeta Boriyê ya Nefta Xam ku her du welatan di 27ê Tebaxa 1973yan da îmze kir da faza ewil a xetê di sala 1976an da dest bi kar kiribû. Peyman di 2010an da hatibû nûkirin û 15 sal hatibû dirêjkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.