Pevçûnên li Suweydayê li deriyê li rojavayê navenda bajêr didomin

Ankara
Li Suweydaya li başûrê Sûriyeyê pevçûnên di navbera Erebên Bedewî û hêzên eşîr û komên çekdar yên Durzî da li deriyê li rojavayê navenda bajêr didomin.
Li gor agahiyan piştî ku rêvebiriya Şamê û komên herêmî li hev kirin û hêzên rêvebiriyê ji Suweydayê vekişiyan, serkirdeyê koma Durzî Hikmet el-Hecrî dijî peymanê derket û bi zora çekan xwestin malbateke Erebên Bedewî derxin û ji ber ku kuştin û birîndarî çêbû, pevçûn derket.
Komên Durzî ji derdora navenda bajêr vekişiyan û giraniya parastinê dan navenda bajarê Suweydayê.
Pevçûnên li Suweydayê li deriyê li rojavayê navenda bajêr didomin.
Li Suweydaya li başûrê Sûriyeyê di navbera komên çekdar yên herêmî û rêvebiriya Şamê da agirbest çêbûbû, lê pevçûnên di navbera Erebên Bedewî û Durziyan da dîsa dest pê kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.