Dinya

Pentagonê ji hin yekîneyên asayîşê yên eskerî xwest ku bila ji bo Mînneapolîsê amade bin

Li bajarê Mînneapolîsê ya Amerîkayê George Floydê Amerîkayî yê reşik bi muemeleya tund a polêsan can da û ji ber kuştina wî li seranserê welêt wek bertek bûyeran dest pê kir û belav bûn.

Abdullah Tel  | 30.05.2020 - Rojanekırın : 30.05.2020
Pentagonê ji hin yekîneyên asayîşê yên eskerî xwest ku bila ji bo Mînneapolîsê amade bin

Ankara

 Li bajarê Mînneapolîsê ya Amerîkayê George Floydê Amerîkayî yê reşik bi muemeleya tund a polêsan can da û ji ber kuştina wî li seranserê welêt wek bertek bûyeran dest pê kir û belav bûn. Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) jî ji yekîneyên asayîşê yên eskerî ra telîmat şand ku bila ji bo êwirîna li bajarê Mînneapolîsê, amade bin.

Li gor çavkaniyên der barê telîmatan da xwedî agahî ne û naxwazin navên wan bê eşkerekirin ji yekîneyên asayîşê yên eskerî ku li Fort Bragg a ser Carolînaya Bakur û Fort Dram a ser New Yorkê wezîfedar in hat xwestin ku bila amade bin û dema ji wan ra telîmat hat di nav 4 saetan da li Mînneapolîsê amade bin.

Ji yekîneyên asayîşê yên eskerî yên li Fort Carsona Coloradoyê û Fort Rîley a Kansasê jî hat xwestin ku bila di nav 24 saetan da amade bin.

Hat destnîşankirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo sekinandina bûyerên li bajarê Mînneapolîsê alternatîfên eskerî ji Wezîrê Parastinê Mark Esper pirsî û paşê jî bi devkî ev telîmat da.

Li bajarê Mînneapolîsê ya Amerîkayê George Floydê Amerîkayî yê reşik bi muemeleya tund a polêsan can da û bûyerên ji ber vê yekê dest pê kirin ev 4 roj in dewam dikin.

Li bajarê Mînneapolîsê ku bûyer lê qewimîbû li gor saeta herêmî di saet 20.00î da qedexeya derketina derva hat îlankirin lê digel vê li hin herêman xwepêşandêran çalakiyên xwe domandin. Hat ragihandin ku li herêma 5emîn a bajêr xwepêşandêrên dora avahiya navenda polêsan kom bûbûn dixwestin bikevin hundir.

Xwepêşandêrên çalakiyê didomînin dirûşmeyên wek "Ji bo Floyd edalet", "nikarim behnê hildim" û "ji tundiya polêsan ra na" berz dirin û dixazin ku bila hemû polêsên berpirsê mirina Floyd in bên darizandin.

Tê payîn ku wê li bajêr çalakî dawiya heftê jî dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.