Pentagonê bang li Iraqê kir ku ji bo ewlehiya hêzên Amerîkî yên li Sûriye û Iraqê bila tevdîr bên dîtin
Istanbul
WASHINGTON (AA) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bang li rêveberiya Bexdayê kir ku bila hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê ji êrîşên komên milîs ên girêdayî Îranê bên parastin û ji bo vê tevdîr bên dîtin.
Hêzên milîs roja duşemê dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê êrîşek pêk anî, lê bi ser neketin ku Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder der barê vê mijarê da daxuyaniyek da.
Ryder diyar kir ku ji 4ê Sibatê û vir va cara ewil e ku hewldana êrîşê ya dijî hêzên koalîsyonê tê kirin û wiha got: "Ev êrîş koalîsyonê û xebatkarên Iraqî dixe metirsiyê. Em bangî hikûmeta Iraqê dikin ku ji bo ewlekariya hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê gavên pêwîst bila bên avêtin. Heke ev êrîş dewam bikin, em ê hêzên xwe biparêzin ku me berê jî wisa kiribû."
- Dijî baregeha Amerîkayê êrîşek hatibû kirin
Di 28ê Çileya Paşîn da dijî baregeha Amerîkayê ya bi navê "Kule 22"yê êrîş hatibû lidarxistin. Di êrîşê da 3 eskerên Amerîkayê hatibûn kuştin û ji 40î zêdetir esker jî birîndar bûbûn.
Rêveberiya Amerîkayê ji ber vê êrîşê komên ku Îran piştgiriya wan dike berpirsyar hesibandibû. Piştî vê êrîşê, ji 2yê Sibatê vir va li Sûriye û Iraqê dijî ji 85an zêdetir hedefan êrîşên esmanî kiribû.
Li gorî daneyên Pentagonê, ji 18ê Cotmeha 2023an vir va 190 kes di êrîşên dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraq, Sûriye û Urdinê da hatine kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.