Dinya

Pentagon: Emê hejmara xwe ya eskerî li Sûriyeyê di mehên pêşiya me da daxînin binê 1000î

Hakan Çopur  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 20.04.2025
Pentagon: Emê hejmara xwe ya eskerî li Sûriyeyê di mehên pêşiya me da daxînin binê 1000î

Washington DC

 Berdevkê Pentagonê Sean Parnell daxuyand ku ewê di encama rojanekirinên der barê eskerên DYAyê yên li Sûriyeyê da hejmara eskerên xwe yên li Sûriyeyê di mehên pêşiya me da daxînin binê 1000î.

Di daxuyaniya nivîskî ya berdevk Parnell da der barê eskerên ku ewê ji Sûriyeyê vekişin da agahî hat dayîn.

Berdevkê DYAyê bal kişand ser serkeftinên li hember DEAŞa rêxistina terorê li Sûriyeyê û nirxandinên rojane yên eskerî û got, "Îro Wezîrê Parastinê telîmat da ku di çarçoveya Hêza Yekgirtî ya Hevbeş-Opreasyona Biryardariyê, hêzên DYAyê yên li Sûriyeyê di hinek xalan da bikin yek."

Parnell anî ziman ku ewê DYA bi yekkirina van herdu operasyonan hejmara xwe ya eskerî li Sûriyeyê kêm bike û got, "Ev pêvajoyeke bi zanîn û mercdar e, di mehên pêşiya me da ewê hejmara eskerên DYAyê yên li Sûriyeyê dakeve biniya 1000î."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın