Dinya

Pentagon: Di êrîşa Îranê da 81 dron û herî kêm 6 fuzeyên balîstîk ji hêla Amerîkayê hatin daxistin

Islam Doğru  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 17.04.2024
Pentagon: Di êrîşa Îranê da 81 dron û herî kêm 6 fuzeyên balîstîk ji hêla Amerîkayê hatin daxistin

New York

 Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir, ji fuze û dronên ku Îranê di êrîşa dijî Îsraîlê da ya di 13ê Nîsanê da firandin, 87 jê ji hêla Amerîkayê hatin daxistin.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane da pirs bersivandin.

Berdevk Ryder diyar kir ku li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ji Îran, Iraq, Sûriye û Yêmenê li dijî Îsraîlê 110 fuzeyên balîstîk yên menzîl navîn, 30 fuzeyên cruise yên bejayî û zêdeyî 150î jî dron hatin firandin.

Ryder diyar kir ku ji van 81 dron û herî kêm 6 fuzeyên balîstîk ji hêla Amerîkayê hatin daxistin.

Ryder bal kişand ku Amerîka naxwaze li herêmê rageşî gurtir bibe, lêbelê ji bo parastina Îsraîl û personelê Amerîkayê dê di wergirtina tedbîrên pêwîst da berdewam be.

Ryder her wisa destnîşan kir, Îran berî êrîşê bide destpêkirin, bi rêya mitefiqan tu hişyarî neda Amerîkayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın