Pentagonê li xwe danî ku dahata nefta li Sûriyeyê ji YPG/PKKyê ra diçe
Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman: "Dahata nefta bîrên li Sûriyeyê, ne ji Amerîkayê ra, ew ji HSDyê ra diçe"

Washington DC
Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) ya Amerîkayê Jonathan Hoffman diyar kir ku dahata qadên neftê yên li Sûriyeyê di bin kontrola Amerîkayê da ne ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ku avakarê wê yê sereke YPG/PKKya rêxistina terorê ye ra, diçe.
Hoffman û Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê William Byrne Jr, li Pentagonê ji bo agahdarkirinê civîn organîze kirin û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Di civînê da hat pirsîn ku gelo Amerîka wek alîkarî çekan dide HSDyê yan na û li ser vê jî Hoffman got: "Em di têkoşîna xwe ya li dijî DEAŞê da hê jî bi HSDyê ra dixebitin. Ji bo ku ew jî bikaribin li hemberî DEAŞê têkoşîna xwe bidomînin em piştgiriya xwe didomînin."
Hat bibîrxistin ku li gor rê û rêzikên navneteweyî qadên neftê divê di bin kontrola rêveberiya meşrû da bin û Amerîka li gor kîjan heqên hiqûqî qadên neftê yên li Sûriyeyê hildaye bin kontrola xwe û li ser vê jî Hoffman got: "Heqê me yê xweparastinê heye û herkes jî dizane ku em li kuderê ne."
- Ji Hoffman îtiraf
Li ser pirsekê Hoffman got: "Dahata nefta bîrên li Sûriyeyê, ne ji Amerîkayê ra ew ji HSDyê ra diçe."
- "Agirbest nayê binpêkirin"
Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Byrne destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê ji Kobanê vekişîna xwe didomînin û wiha pê da çû: "Ez dikarim bibêjim ku bi awayekî ewle piraniya amûr û personelan hatine vekişandin. Vekişîn bi serfirazî didome û li gor daxwaza fermandarên li qadê pêk tê."
Ji bo mijara agirbesta li bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî Byrne got: "Kar û xebat bi piranî li gor agirbestê tên meşandin. Hin şer û pevçûnên biçûk diqewimin lê ew pir biçûk in. Tê dîtin ku hemû alî li gor rê û rêzikan tevdigerin û binpê nakin."